Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî bi hilkefta 2ê Rêbendanê, li Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve diçin

11:53 - 18 Kanûna Paşîn 2025

Li devedevê 79emîn salvegera avakirina Komra Kurdistanê, çalakiyên teblîxî bo pîrozkirina vê roja pîroz li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê, bi rê ve diçin, Komara Kurdistanê li sala 1324 a Rojî li ser destê Hizba Dêmokrat û bi serkomariya Pêşewa Qazî Mihemed li Rojhilatê Kurdistanê hate avakirin.

Endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Dêmokrat li devedevê 2ê Rêbendanê, salvegera avakirina Komra Kurdistanê çalakiyên xwe yên berfireh ên teblîxî li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve dibin û trakt, postêr û wêneyên taybet bi vê roja pîroz belav dikin.

Beşek ji wan çalakiyên nû ev in: Li gundên “Dêlzê û Qelatereş” ser bi bajarê Pîranşarê, li nav bajarê Bokanê, li gundên “Wetemêş, Şêxalî, Qur`an, rêya Burhan û gundên li navbera Bokan-Mihabad”ê ser bi bajarê Mihabadê, gundên “Kelekîn û Bindirê” ser bi bajarê Pîranşarê, gundên Çar Dîwar, Paşbilax, Baxçe, Serbaxçe û Terexe” ser bi bajarê Bokanê çalakiyên berfireh ên teblîxî bi rê ve çon.

Herwisa li nav bajarê Şino, gundên “Sergîz, Dêşemiş, Qereseqel, Koneqela û Balagîr”ê ser bi bajarê Şino, gundê “Badînawê Pîran” ser bi bajarê Pîranşarê, gundê “Befrewan”ê ser bi bajarê Mihabadê, , gundê “Mêraw” ser bi bajarê Sinê, qutabxaneya şewaneroj a Kone Xanê li bajarê Pîranşarê, çalakiyên berfireh ên teblîxî bi belavkirina trakt, poster, wêneyên taybet ên 2ê rêbendanê û herwisa li çendîn cihan de jî Ala ya pîroza Kurdistanê hatiye bilindkirin.