Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha pasdaran a terorîst ciwanek li nav bajarê Sinê de teror kirin

11:55 - 18 Kanûna Paşîn 2025

Li berdewamiya cinayetên spha pasdaran a terorîst li Rojhilatê Kurdistanê, spaha pasdaran li bajarê Sinê de cîwanekî xelkê wî bajarê teror kirin ku bi vê sedemê ew ciwan birîndar bûye.

Hêzên hov û dije mirov yên spaha pasdaran roja Pêncşemî 27ê Befranbarê li demjimêr 2 û 30 xulekên piştî nîvro li bajarê Sinê de hewla terorkirina ciwanekî xelkê bajarê Sinê yê bi navê “Ariyen Etayî”, kurê “Cebar” dane ku li encamê de ew ciwanê Kurd bi dijwarî birîndar bûye.

Pêka zanyariyên belavbûyî, hêzên spaha pasdaran a terorîst bi 2 maşînên bi rengê reş ku plaka wan sor bûye, li pişt serê “Ariyen Etayî” ve teqe bi serê wî kirine û maşîneke din a bi rengê sibî bi gumana vê yekê ku ew hatiye kuştin hewla revandina termê vî daye lê ew ciwan bi birîndarî li ser şeqam hiştine û revîne.

“Cebar Etayî” bavê “Ariyen Etayî” girtiyek siyasî-olî li girtîgeha îtilaat a Sinê de ye, lewma “Ariyen” hemû rojan li ber derê îdareya îtilaat a rêjîmê li wî bajarî de nerizayetiya xwe dida xuya.

Rêjîma hov a Îranê bo bêdengkirina wî ciwanê kurd bi awayekî dûr ji mirovahiyê ew teror kirin û gulle li pişta serê wî dane û revîne.

Zanyariyên zêdetir li derheq rewşa tendirustina “Ariyen Etayî” li ber dest nînin.