Partiya Sûsyalîst a Kurdistanê li bi hilkefta 2ê rêbendanê li 79emîn salvegera avakirina Kurdistanê de semînarek bo bilindragirtina yada Komara Kurdistanê semînarek li bajarê Diyarbekir li Bakûrê Kurdistanê de lidar xist û li vê derheqê de daxuyaniyek pelav kir.
Deqaq daxuyaniyê wiha ye:
Salvegera Ragihandina Komara Kurdistan Hat PÎrozkirin
Li Diyarbekir a Bakûrê Kurdistanê bi boneya pîrozkirina 79 mîn salvegera ragihandina Komara Kurdistan li Mehabadê semînerek pêk hat. Semîner ji aliye Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK ê ve hatibû sazkirin.
Axaftvanê vê semînerê, nivîskar û lêkolînvan berrêz Seîd Veroj bû. Moderatorê vê semînerê jî Endamê Rêvebiriya Navendî yê PSK ê A. Mecîd Durmuş bû.
Semîner bi bêdengî li ser piyan rawestina rêzgirtinê bo giyanê pak yê cangoriyên Komarê, Pêşewa Qazî Mihemed, hevalên wî û hemî şehîdên Kurdistanê despêkir.
Paşê amanca vê boneya pîroz; salvegera ragihandina Komara Kurdistan li Mehabadê ji aliye A. Mecîd Durmuş ve hat diyarkirin û jibo pêşkêşkirina axaftinê li ser vê babetê gotin bo nivîskar û lêkolînvan Seîd Veroj hela.
Seîd Veroj di axaftina xwe da behsê şert û mercên wê serdêmê, kir ku Cumhuriyeta Kurdistan li Mehabadê hatiye avakirin kir. Kar û çalakiyên wê demê û siyaseta dewletên mezin yên navneteweyî li beramber herêmê û helwesta wan ya li hember Cumhuriyetê û rola wan di nexşeyê da kir. Sêid Veroj di beşekê axaftina xwe da, behsa beşdarî û piştevaniya beşên dî yên Kurdistanê, rola M.Mistefa Barzanî kir. Her wesa wek deskevtên neteweyî işaret bi Ala, Sirûda neteweyî Ey Reqîb û Pêşmerge kir. Da diyarkirin ku Cumhuriyeta Kurdistan ya 1946’an berhemê vîn û îradeya gelê kurd bû.
Redkirina pêşniyara ku Kurdistan di nava Herêma Otonom ya Azerbeycanê da be, pêgirî û siyasetek bingehîn ya serbixweyi ya iradeya gelê kurd li qelem da.
Di beşek dî yê axaftina xwe da Seîd veroj behsê rewşa siyasî ya navdewletî û Rojhelata Navîn kir. Seîd Veroj diyarkir ku îro dinya rûbirûyê qeyranek giran e û rewşek kaotik peyda bûye. Got ev pirsgirêkên global û rewşa kaotik, tekoşîna hegemonyayê bê guman dê tesîrên giring li ser dahatûya Rojhelata Navîn û Kurdistanê bike.
Seîd Veroj bal kişande ser têkçûna hilala Şîe û diyarkir ku ji nuha û şunda êdî hêzên desnîşanker di Rojhelata Navîn de Amerîka, Brîtanya, Yekitiya Ewrûpa û her weha hêzên herêmî jî Îsrayîl, Tırkiye û Erebîstana Siûdî ye.
Semîner bi pirs û bersivan bi awayek serkeftî dawî bû