Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du îşkenceger û dadwerên payebilnd ên rêjîmê hatine kuştin

10:43 - 19 Kanûna Paşîn 2025

Du dadwerên cinayetkar ên dîwana bilind a rêjîma Îranê ku li bidarvekirin û sepandin sizayê bidarvekin û sizayên giran bi ser xelkê Îranê de rola rasterast hebûn, hatine kuştin û dawerekî cinayetkar ê din jî birîndar bûye.

Roja Şemî 29ê Befranbarê demjimêr 10 û 45 xelekên sibêdehê, 3 dadwerên payebilind ên rêjîmê ku li kuştin, bidarvekirin, îşkencekirin û sepandina sizaya bidarvekirin û sizayên giran bi ser xelkê Îranê bi taybet girtiyên siyasî û medenî de rola rasterast hebûn, li bînaya dîwana bilind a rêjîma Îranê de kevtine ber êrîşa kesekî çekdar û bi derba gulleyan hatne kuştin û birîndarkirin.

Di encama wê êrîşê de bo ser wan 3 cinayetkarên rêjîmê “Mihemed Moqeyse û Elî Razînî” ku ji aliyê xelkê Îranê ve bi dadwerê mirinê têne naskirin hatne kuştin.

Herwisa dadwerkî din ê cinayetkarê rêjîmê yê bi navê “‌Husêynelî Neyyêrî” û parêzvanekî wî cinayetkarî ku nasnameya wî nehatiye zanîn hatine birîndarkirin û pêka dawî raporên belavbûyî egera mirina wî cinayetkarî ku andamê heyeta merg a dehika 60an jî bûye gelek zêde ye.

Wan 2 cinayetkar û îşkencegerên rêjîma Îslamiya Îranê ku endamê heyeta Merg li dehka 60an a rojî de bûne, rola rastertast li bidarvekirin û kuştina girtiyên siyasî de hebûne.

Kuştina wan cinayetkaran li Îranê de bûye cihê keyfxweşiya xelkê bêzarbûyî û azadîxwaz û xelkê li nav şeqaman de şêrîniyên keyfxweşiyê belav kirine.