Li devedevê 79emîn salvegera avakirina Komra Kurdistanê, çalakiyên teblîxî bo pîrozkirina vê roja pîroz li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê, bi rê ve diçin.
Endamên bivêr û têkoşerên Dêmokrat li devedevê 2ê Rêbendanê, li 79emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê çalakiyên berfireh ên teblîxî li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve dibin û trakt, postêr û wêneyên taybet bi vê roja pîroz belav dikin û li hinek cihan de jî alaya pîroz a Kurdistanê bilind dikin.
Beşek ji wan çalakiyên berdewam ên nû li wan cihan de bi rê ve çone: li ser rêya Pîranşar-Serdeşt, gundên “Kanî Eşkewt, Bêkos, Tirkeş, Bawele, Kanî Şînke, Qebrê Husên, Taze Qela û sêryana Tikeş” ser bi bajarê Pîranşarê, û li gundê “Kose Kerêz”ê û “bajaroka Goyktepe û gundê Êndirqaş”ê ser bi bajarê Mihabadê.
Herwisa li gundên navbera bajarê Mihabad û Bokanê, devera Pîr Mihemed, gundên “Derman, Qereqişlax li devera Şarwêranê, Qizilce û rêya bingehîn a navbera Mihabad-Bokanê ser bi bajarê Mihabadê, gundên “Çorabot û Çeperawê, Sofiyan û bajaroka Nelos”ê ser bi bajarê Şinoyê berdewam bûne.
Tevî rewşa ewlehî li deverê, endam û alîgirên têkoşer û bivêr ên Hizba Dêmokrat wan çalakiyan berdewam dikin.