
Hêzên dijemirove îtilaata rêjîma Îranê li berdewamiya binçavkirina xoserane ya welatiyên Kurd de 2 welatiyên xelkê bajarê Bokanê û welatiyekî xelkê bajarê Mihabadê binçav kirin.
Pêka raporên belavbûyî, roja Pêncşemî 11ê Rêbendana 1403 a Rojî, hêzên hov ên îtilaata rêjîmê li bajarê Bokanê, jineka Kurd a bi navê “Befrîn Mehmûdî”, xelka bajarê Bokanê û “Enwer Kurd” ê xelkê gundê “Hisarbilax”ê ser bi bajarê Bokanê, binçav kirine.
Herwisa “Çaw News”ê jî belav kiriye ku li vê rojê de welatiyekî xelkê bajarê Mihabadê yê bi navê “Kêywan Nîknam”, ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê li wî bajarê de hatiye binçavkirin.
Pêka wan raporên belavbûyî, hêzên hov ê îtiaata rêjîmê bi êrîşkirina xoserane bo ser malên wan welatiyan, bê belgeya yasayî ew binçav kirine.
Heta belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan welatiyên Kurd û cihê ragirtuina wan çi zaniyariyek li ber dest nîne.