Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê hêzên DAÎŞê li Somaliyê de kirine armanc

11:52 - 2 Şibat 2025

Serkomarê Amerîkayê ragihand ku hêzên Amerîkayê li çend êrîşên esmanî de bo ser hêzên girûpa terorîstiya DAÎŞê li Somaliyê, berpirsekî vê girûpê û çendîn terorîstên din kuştine.

Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê li roja Şemî 13ê Rêbendanê, bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de daye zanîn ku hêzên Amerîkayê li çend êrîşên esmanî de bo ser hêzên çekdar ên girûpa terorîstiya DAÎŞê li Somaliyê, berpirsekî darêjerê êrîşên vê girûpa terorîstî digel çendîn terorîstên din ên vê girûpê, kuştine.

Herwisa li vê peyamê de hatiye ku Amerîkayê ew terorîst li şikevtan de kirine armanc û ti xisarek bi xelkê medenî yê deverê nekevtiye, lê hejmareke zêde ji terorîstan ji nav çone.

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê “Peter Hegseth” jî tevî îşarekirin bi vê êrîşê ragihand ku ew êrîş li zincîre çiyayên “Golîs” de hatine kirin ku derbeke gelek giran bi wan terorîstan kevtiye.

Welatê Somaliyê hejartirîn welatê cîhanê ye û herwisa zêdetirîn tundûtîjî li wî welatî de diqewimin û rêjîma Îranê bi berdewamî û bi rêye hinek taqimên çekdar ên wek girûpa terorîstiya El-Şebab” û girûpên tundajoyên din û herwisa şandina çek û cebilxane, bi rêya taqimên terorîstî yên wek milîsên Hûsiyên Yemenê bo Êtyopî û Somaliyê û çend welatên derdor, bi serperestî û alîkariya spaha Quds a spaha pasdaran a rêjêma Îranê, hewla alozkirina zêdetir a rewşa navxweyê Somaliyê dide.

Amerîka çendîn sal e ku carûbar binkeyên terorîstên li Somaliyê dike Armanc.