Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bidarvekirina girtiyan bi lezgînî li Îranê de berdewam e

11:43 - 20 Şibat 2025

Roja derbasbûyî 4 kes li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê, girtiyek li girtîgeha rêjîmê li bajarê Amolê hatine bidar vekirin û roja pêştir ji 2 kes li girtîgeha adilabad a rêjîmê li bajarê Şîrazê, hatibûne bidarvekirin.

Pêka raporên belavbûyî, roja Çarşemî, 1ê Reşema 1403 a Rojî, “Husên Yawerî temen 28 salî xelkê bajarê Kirmaşanê, Bêhrûz Mihemedî xelkê bajarê Têhranê, Sasan Mîrhadî xelkê bajarê Dizfûlê û Riza Enzelçî, 45 salî xelkê bajarê Reşt”ê, li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de hatine bidarvekirin.

Herwisa li vê rojê de girtiyek ê bi navê “Malik Parsa” yê xelkê bajarê Amolê ser bi parêzgeha Mazenderanê, li girtîgeha rêjîmê li wî bajarî de hate bidarvekirin.

Pêka raporên eşkere bûye ku girtiyek ê bi navê “Hemîd Mehdîpenah” bi awayekî veşartî ji aliyê rêjîmê ve li girtigeha rêjîmê li bajarê Elîgûderzê ser bi parêzgeha Luristanê de hatiye bidarvekirin. 

Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî li Îranê, li sibêdeha roja Çarşemî, 1ê Reşema 1403 a Rojî, jinek a bi nasnavê “Baqirînijad” û girtiyekî din ê bi navê “Mehdî Îraniyan” ku pêştir bi tohmeta kuştina bi zanebûn ji aliyê dadgeha rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, li girtîgeha “Adilabad” a rêjîmê li bajarê Şîrazê de hatine bidarvekirin.

Rêjîma Îranê bidarvekirin û sepandina sizaya bidarvekirinê li Îranê bi taybet li hember xelkê Kurd û Belûç, wek alavek bo tepeserkirina zêdetir bi kar tîne.