
Li çendîn bajarên Îranê de kedkarên girêbestkar, dermansaz, xisarpêketiyên malî û hejmarek ji pêşkirên malan, kombûnên nerizayetî lidar xistin.
Roja Çarşemiyê kedkarên girêbestkar ên parêzgeha Xurasanê li bajarên wek “Meşhed, Gunabad, Berdesken û Xewaf”ê de li cihê karê xwe de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û tevî nîşandana nerizayetiya xwe li hember guhnedana berpirsan bi daxwaziyên wan, dest ji kar berdan.
Li bajarê Ehwazê de jî dermansazan li derheq nedana dirafê wan ji aliyê bîmeya saziya dabînkirina civakî, li rûberûyê ofîsa “esnadê Pizişkî” ya vê saziyê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Herwisa li bajarê Dizfûlê, xisarpêketiyên malî yên sendûqa Xatem li rûberûyê dadgeha rêjîmê li wî bajarî û herwisa xisarpêketiyên malî yên pêşkirên xaniyên terha mesken a îsargeran a bajarê “Burazcanê, li rûberûyê fermandariya bajarê “Deştistan”ê, kombûna nerizayetiyê lidxsar xistin.
Li vê rojê de kedkarên yekeya parastin a şirketa “payanêha û enbarên petrokîmiya Bûşêhrê” li fermandariya rêjîmê li bajarê Bûşêhrê de bo çendemîn car, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Roja pêştir jî çalakvanên medenî û siyasî li berderiyê girtîgeha Êvîn a rêjîmê li bajarê Têhranê û herwisa mamostayan li rûberûyê bînaya wezareta perwerde û hînkariya rêjîmê li bajarê Têhranê, kombûna nerizayetiyê lidar xistibûn.
Herwisa kedkarên bînayên teknîkî yên rêya hesinî li deverên Durûd û Kirmanê, nerizayetiya xwe li paşkevtina heqdest û daxwaziyên wan, nerizayetiya xwe ragihandine.