Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa hewcehiyên xelkê li devedevê heyva Remezanê gelek bilind bûne

11:52 - 20 Şibat 2025

Li devedevê Heyva Remezanê û herwisa Newrozê, nirxa hewcehiyên xelkê ên wek goşt û herwisa nirxa bilîtên otobûsan gelek bilind bûne.

Pêka raporên navxweyî yên rêjîmê, nirxa her kîlo goşt, milyonek û 750 hezar tûmenî tê firûtin û nirxa bilîtên otobûsan jî li hinek cihan de heta 900 hezar Tumenî bilind bûye, ew li halekê de ye ku rêjîmê ragihandiye nirxa bilîtan nabe zêdetir ji 500 hezar tumenî zêdetir bibe.

Bi hatina heyva Remezanê, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de xelk xwe bo girtina rojiyê amade dike ku yek ji hewcehiyên girîng bo sifreya Remezanê goşt e ku niha goştê ranê pez zêdetir ji milyonek û 220 hezar Tumen û nermegîştî pakêtkirî yê pez her kîlo bi milyonek û 750 hezar Tumenî tê firotin, bi wî awayê piraniay herî zêde ya xelkê Îranê nikarin vê yekê bo sifreya Remezanê dabîn bikin.

Herwisa bervajiyê îdia û ragihandiya rêjîmê, nirxa bilîtên otobûsan ji bajarê Têhranê bo Abadanê zêdetir ji 750 hezar Tumen û Têhran-Zahidan jî zêdetir ji 831 hezar Tumen, Têhran-Ehwaz 650 hezar Tumen, Têhran Eselûye 888 hezar tumen, Têhranê Bûşêhr zêdetir ji 832 hezar Tumen, Têhran-Meşhed zêdetir ji 650 hezar Tumen bo heyva reşemê de ne.

Bi sedemê bêkifayetî û siyasetên şaşe rêjîmê ku roj bi rojê nirxa dirafê Îranê diçkê û Dolar geheştiye 95 Hezar Tûmenî, bi wî awayî renge rêjeya serdanên Newrozî û geştiyarî jî bi vê sedemê gelek kêm bibe û xelk nikare nanê şevê dabîn bike.