Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma îranê sizaya bidarvekirinê bi ser ciwanekî xelkê bajarê Urmiyê de sepand

11:53 - 20 Şibat 2025

Dadgeha inqilab a rêjîmê li bajarê Urmiyê, bi tohmeta bexî, sizaya bidarvekirinê bi ser welatityekî Kurd ê temen 27 salî yê wî bajarî de sepand

Pêka raporên belavbûyî, dadgeha inqilab a rêjîmê li bajarê Urmiyê de bi serokatiya “Necefzade” û bo ti tohmeta bexî, sizaya bidarvekirinê bi ser ciwanekî Kurd ê bi navê “Mêhrab Ebdullahzade” yê temen 27 salî, xelkê gundê “Xuşolan” ser bi bajarê Urmiyê de sepandiye.

Ew ciwanê kurd li heyama binçavkirinê de rastî îşkencekirinên dijwar û hovane yên cesteyî û hundirî hatiye û ji mafê bingehîn ên girtiyan ên wek, mafê hebûn û hilbijartina parêzerê serbixwe û dadgehîkirina dadperwerane, bêpar bûye.

Herwisa malbata wî welatiyê Kurd ji aliyê hêzên tepeserker ên rêjîma Îranê ve kevtiye jêr givaşê ku nabe ti zanyariyek li derheq rewşa wî girtiyê Kurd bê belav kirin û dibe xwe ji vê yekê bi micidî biparêzin û li vê derheqê de gef li vê malbatê xwarine.