
Li devedevê hatina Newroz û destpêkirina rêûresmên taybet bi vê roja dîrokî-Netewiya Kurd, Şêwreya Çandî ya rêûresmên Rojhilatê Kurdisatanê, peyamek belav kir.
Deqa Peyamê wiha ye
Xelkê qedirgirane Kurdistanê
Kesayetiyên Kurdistanî!
Rêkxiravên civaka medenî yên Kurdistanê
Newroz tevî ku her wek nîşaneya hişyarbûn ji xevek demdirêj e, mizgîniya demsalek nû û sembola zindîkirina dubare û bihêzkirina yekîtî yê bo Kurdan e. Newroz derfetek zêrîn bo berevanîkirin ji nasnameya Kurdî û gihandina dengê aştîxwazaneya xwe bi hemûyan ne.
Bi hilkefta sala nû û Newroza Kurdistanê, em daxwazê ji hemû gelê Kurd dikin ku bi nîşaneya yekîtî li cêşna Newroza îsal de beşdar bin û bidin selimandin ku bo Kurdan, Newroz sembola aştî û yekîtiyê ye.
Rohn e ku gelek ji netewên rûniştiyên Rojhilata Navîn, rêûresmên Newrozê hene, lê Newroza Kurdî digel Newroza netewên din cuda ye û ew karnawal û rêûresma nasnamexaziyê ye.
Bi berçavgirtina lezgîniya bûyer û guherînên li deverê, tê pêşbînîkirin ku Newroza îsal, cudatir, berfirehtir û bi germ û guriyek zêdetir bi rê ve here û “Xakîpoşên Kurdistanê”, cêjna Newrozê bi berfirehiya Kurdistanê, ji Luristan û Îlamê ve heta Mako û deverên Kurdnişîn ên wek Qezvên, Xurasan û Têhranê bi rê ve bibin.
Tê çavrêkirin ku îsal rêûresma cêjna Newrozê li derdora 45 rojan berdewam be û keç bi hewrî û axabaniyan û kur ên xakîpoş û axabanîbiser, ji vê karnavalê, nasnamexwaziyê biafirînin. Lewma em daxwazê ji tev mêvanên Newrozî dikin ku li cîjna Newroza Kurdî de beşdariyê bikin, di rojên xwe ên tyeitîlata Newrozî, rengek din bidin xuya, ku em jî dê bi rêzê ve mêvandariya wan bikin.
Herwisa em daxwazê ji kesayetiyên Kurdistanê li hundîr û derve û saziyên civaka medenî dikin ku bi her şêwazekê ku bikarin, piştevanî ji vê kempêynê bikin.
Em daxwaza Newrozeke şad û pîroz bo we dikin
Şêwreya Çandî ya rêûresmên Rojhilatê Kurdisatanê
Reşemeya 1403 a Rojî