
Hejamrek ji rêkxiravên çandî û wêjeyî û herwisa kesayetiyên çandî, nivîskar û helbestvanên Rojhilatê Kurdistanê bi hilkefta 21ê Şibatê, roja cîhaniya Zimanê Dayîlê, daxuyaniek belav kirin.
Li beşeke vê daxuyaniyê de ku rû bi Kurdistaniyên rizgarîxwaz û netewên bindest û kom û navendên mafxwaz ên cîhanê hatiye belavkirin de hatiye: ku 21ê Şibatê yek ji wan rojane ye ku li cîhanê de wek hîmayek bo bidestveanîna cîhaneke dadperwerane û avakirî li ser binyata mafê diyarîkirina çarenivîs û serweriya netewî tê dîtin.
Herwisa li vê daxuyaniyê de hatiye: Kurdistan wek yek ji welatên bindest ên cîhanê, her ji destpêka tevgera rizgarîxwazaneya xwe de daxwaziya ziman wek daxwazek bingehîn li têgihandin û rêkxistina xebata xwe de aniye meydanê.
Li beşek din a vê daxuyaniyê de tevê pîlanên rêjîma Îranê bo helandin û asmîlasiyona zimanê Kurdî rû bi tevgera netewî ya rizgarîxwazê Kurdistanê gotine ku dibe tevî agadarbûn ji wan mîkanîzm û pîlanên desthilata rêjîma Îranê, pêngavên praktîk û gotara hewce bo avakirina desthilata zimanê Kurdî li Kurdistanê de hilbigrin û bi pêngavhilgirtin û dengê giştî yê hemû kes, alî û rêkxiravên cîhanê wan pêngavan hilbigrin.
Li dawuya vê daxuyaniyê de tevî pîrozbahîkirina vê rojê, pêdegirîli ser bilindkirina daxwaziya perwerde bi zimanê kurdî û selimandina perwerdeya Kurdistanê wek yek ji binyatên serweriya netewî li Kurdistanê û herwisa diyarîkirina siyaseteke zimanî ya ploral û Kurdistanî bo derbasbûna zimanê Kurdî li astengan kirne.