
Rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta 21ê Şibatê, roja cîhanî ya “Zimanê Dayîkê”, peyamek belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Li roja cîhanî ya “Zimanê Dayîkê” de, em tekezî li ser mafê bingehîn ê netewiya Kurd bo perwerde û hînkariya bi zimanê xwe dikin.
Zimanê Farsî wek zimanê desthilatê, çi demekê bi şêwazeke sirûştî li nav netewên li nav cografiyaya Îranê de nebûye adet û bi rêya siysateke zordariyê, bi ser netewên din de hatiye sepandin. Siyaseta helandinê ji aliyê rêjîmên, li pey hev ên Îranê, nekariye û nikare jî, mîrata zimanî û dîrokî û çandiya me ji nav bibe.
Em li kêleka hemû netewên bindest ên li nav Îranê, sekinîne û li pêxema mafên netewiyê xwe ku yek ji wan perwerde û hînkarî bi zimanê Dayîkê” ye, xebatê dikin.
Her li wira ve em spasiya hemû mamostayan, xwendekaran û têkoşerên warê hînkariya zimanê Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê de dikin ku tevî hemî astengî û siyasetên zimankuj ên rêjîma komara îslamiya Îranê, rêya geşekirin a zimanê Kurdî, serastir kirine.
Roja cîhanî ya “Zimanê Dayîkê”, li hemû xelkê mafxwazê Kurd pîroz be.
Mistefa Hicrî
Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
21ê Şibata 2025 a Zayînî