
Li roja cîhanî ya “Zimanê Dayîkê” de sendîkaya mamostayên Kurdistanê li derheq sitema bo ser zimanê Kurdî li Îranê, daxuyaniyek belav kirin.
Sendîkaya mamostayên Kurdistanê bi hilkefta roja cîhanî ya “Zimanê Dayîkê” bi dirûşma “nehîştina zimanê dayîkê dibe sedema qirkirinek nerim û zêdebûna nejadperestiyê û berfirehtirbûna zêdetir a sitemê” daxuyaniyek belav kirin.
Li beşeke vê daxuyaniyê de tevî îşarekirin bi vê yekê ku bilî zimanê Farsî, zimanên din li 100 salên dawiyê de hatine piştguh avêtin û tevî hebûna esla 15 ya yasaya bingehîn ya rêjîma Îranê, neku ti derfet û îmkanek bo wan zimanan nehatiye dabînkirin, belkû hînkariya xwebexşane ya bi zimanê dayîkê, rastî sizakirinên hovane hatiye.
Herwisa li beşeke din a vê daxuyaniyê de tevî îşarekirin bi derbên bêveger ên bêparbûn ji hînkarî bi zimanê dayîkê, hatiye ragihandin ku seha cudatîdanîn û berjewendiya pile çendem afirandiye û nehiştina zimanê dayîkê bûye sedema qirkirina nerim, zêdebûna nejadperestiyê û berfirehtirbûna zêdetir a sitemê.