
Tevî hemû huşdarîdanên li derheq gefa bikaranîna mazot anku nefta reş li wizegehan, bi awayekî berfireh, li wizegehên Îranê de tê bikaranîn ku bûye gef li ser can û tendirustiya xelkê Îranê.
Berdevka komîsiyona werzêrî ya meclîsa rêjîmê “Someye Refî`î” ragihand ku tevahiya wizegehên Îranê nefta reş anku mazotê bo berhemanîna berqê bi kar tînin, ew yek li halekê de ye ku heta niha çendîn caran bi gelek micîdî ji çendîn aliuyên fermî û ne fermî li derheq zirar û xisarên bikaranîna nefta reş li wizegehan de huşdarî hatine dan lê rêjîma Îranê ti girngiyek bi wan huşdaran ande.
Tevî ku heta niha çendîn caran û li çendîn bajaran de li Îranê kombûn û xwenîşandanên nerizayetî li vê derheqê de hatine lidarxistin, heta niha rêjîmê ti bersivek nedaye û roj bi roj bikaranîna nefta reş zêdetir dike.
Levtîna hewa û belavbûna dûkela nefta reş û Oksîda Gogird, tevî zêdekirin û dijwartirkirina nexweşiyên din, nexweşiyên wek şêrpence, nexweşiyên pişik, dil, bêhnçikî, asm, kuxika dijwar, bênijînên gelek tund, şewta çavan, daketina asta oksîjen li laşê mirov û jîndarên din, dijwartibûna nexweşiyên giran ên wek sekte û nexweşiyên hinavan li pey xwe aniye û bi taybet bo zarok û kesên bi temen, ew rewş hêj dijwartir û metirsîdartir e.
Rêjîma Îranê heta amade nîne li vê rewşê de dermanên taybet bi şêrpenceyê jî bo nexweşan dabîn bike û nexweş neçar in bi vê hejariya dijwar û tund li navbera 10 heta 100 milyon Tumenî bo dermanên şêrpencê xerc bikin û gelek caran jî nikarin wan dermanan bikirin û dest ji çareseriya nexweşiya xwe berdidin ku rasterast dibe sedema canjidestdan an jinavçona yekcarî ya rewşa tendirustiya nexweşan.