Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê bajarê Sengeserê li dijî rêjîmê dirûşm dan

10:49 - 22 Şibat 2025

Xelkê nerazî yê bajarê Sengeserê li parêpzgeha Simnanê, tevî nîşandana nerizayetiya xwe li derheq Efxaniyên ser bi milîsên Fatimiyon li wî bajarî, dirûmên li dijî rêjîmê dan.

Bi sedema aloziyekê ku li navbera hinek ji hêzên milîsên Fatimiyûn ên xelkê Efxanistanê digel xelkê bajarê Sengeserê û bêserûşûnbûna civanekî temen 28 sayî yê bi navê “Maziyar Tûraniyan” û peydabûna termê wî, hejmareke zêde ji xelkê wî bajarî bo nîşandana nerizayetiya xwe zêdetir ji 5 roj e ku rijyane ser şeqam û nerizayetiya xwe berdewam kirine.

Pêka rapor û girte vidyoyên belavbûyî, xelkê wî bajarî ku agehdarê piştevanîkirina navendên ewlehî û leşkerî, yên rêjîmê ji wan milîsên ser bi rêjîma Îranê ne, li dijî binyata rêjîmê, dirûşmên wek “top tank fişfişê axund bayed gom bişê, û merg ber dîktator” dane.

Milîsên Fatimiyûn ku ji xelkê Efxanistanê û pitir ji Efxaiyên Şiemezgheb hatiye pêkanîn, ji aliyê spaha pasdaran a terorîst ve li spha quds de hatine rêkxistinkirin û bo cîbicîkirina siyasetên şerxwazane yên rêjîmê ên wek tepeserkirina xelkê Îranê û beşdarî li şer li welatên wek Sûriye û cihên din, têne bikaranîn, wan milîsên ser bi rêjîma Îranê li bajarê Simnanê de civanekî xelkê wî bajarî bêserûşûn kirine û piştre bi awayekî hovane kuştin ku nerzayetiya xelkê wî bajarî li pey xwe aniye.