Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 2 welatiyên Kurd ên Yarsanî binçav kirin

11:15 - 22 Şibat 2025

Hêzên îtilaat a spaha pasdaran a terorîst li bajarê “Qesrê Şîrîn”ê de 2 ciwanên Kurd ên temen 18 û 19 salî yê bavirmendên ola Yarî heftiyekê berî niha, binçav kirine ku heta niha qedera wan bi nerohnî maye.

Pêka rapora “Hengaw”ê, li roja Şemî 27ê Rêbendanê li heftiya derbasbûyî, “Luqman Weysî”, temen 19 salî û “Nasir Ezîzî”, temen 18 salî, yên xelkê bajarê “Qesrê Şîrîn”ê ji aliyê hêzên îtilaat a spaha pasdaran a terorîst ve li wî bajarê de hatine binçavkirin.

Pêka vê raporê, hêzên hov ên îtilaat a spahsa pasdaran bê belgeya yasayî û bi awayê xoserane êrîş kirine ser mala wan 2 welatiyên Yarsanî û ew li mala wan de binçav kirine û bo cihek nexuya veguhastine.

Tevî derbasbûna heftiyekê ji binçavkirina wan ciwanên Kurd û lipeyketina malbartên wan, sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan welatiyên Yarsanî û cihê ragirtina wan, nehatiye zanîn.