
Xelkê girava anku cezîra Qişmê li derheq firotina beşek ji qiraxavên vê giravê ji aliyê rêjîmê ve nerizayetiya xwe nîşan dan û kombûneke nerizayteiyê lidar xistin.
Pêka girte vîdyoyên belavbûyî, xelkê gundê “Remçahê”, li derheq firotina bgeşeke zêde ji qairaxavên geştiyarî yên wî gundî ji aliyê idareya devera azad a girava Qişmê ve, bi aliyeke serbazî, nerizayetiya xwe dane xuya û daxwaz ji berpirsên pêywendîdar kirine ku dest ji vê devera geştiyariyê berdin û bi ti kes an aliyekê nefroşin.
Tevî ku “Adil Pêyxamî” birêveberê vê îdareyê îdia kiriye ku ew devera bi ti kes an aliyekê nehatiye firotîn, lê li axaftinên xwe de îşare bi vê yekê dike ku biryar dane li wir, parkekê çêbikin û îdia dike ku dê ev bo xelkê bê çêkirin.
Herwisa navbirî îdia kir ku dana vê beşa ji qiraxava wî gundî bi beşa serbazî rast nîne lê îtiraf kir ku beşeke vê parkê, bo mozexaneya şer hatiye diyarîkirin.
Pêka hinek raporan, rêjîma Îranê dixwaze li vê qiraxavê de binkeyeke serbazî ava bike.