
Hêzên sînorî yên rêjîma Îranê li devera sînorî ya Newsûdê, bi awayê rasterst teqe li kolberekî temen 17 salî kirin ku li encamê de ev zarok bi dijwarî birîndar bûye û bo nexweşxanê hatiye veguhastin.
Pêka rapora “Çaw Newes”ê, sibêdeha roja Çarşemî 1ê Reşema 1403 a Rojî, kolberekî nûgihan ê temen 17 salî yê bi navê “Hîja Şîrî” xelkê bajarê “Ciwanro”yê, li bilindahiyên devera sînorî ya bajarê Newsûdê kevte ber teqeya rasterast a hêzên hov ên henga sînorî ya rêjîmê û bi dijwarî birîndar bûye.
Pêka vê raporê navtenga “Hêja Şîrî” bi sedema teqeya gulleyên wan hêzan li bilindahiyên sînorî yên bajarê Newsûdê, bi dijwarî birîndar bûye û bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxanê hatiye veguhastin.
Heta Belavbûna vê nûçeyê li derheq rewşa tendirustiya wî nûgihanê Kurd ê temen 17 salî li nexweşxanê, ti zanyariyek zêdetir li ber dest nîne.