Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê givaşên xwe bo ser rêjîma Îran û Îraqê zêdetir dike

11:23 - 22 Şibat 2025

Amerîkayê givaşên xwe bo ser Îraqê bi sedema rêgiriya dewleta Îraqê ji firotiona nefta Herêma Kurdistanê zêdetir kiriye û herwisa givaşên bo ser rêjîma Îranê gelek dijwartir bûne.

Pêka rapora “Reuters”ê Amerîkayê daxwaz ji dewleta Îraqê kiriye ku hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike û hekî dewleta Îraqê vê yekê cîbicî neke, dê rastî givaşên hevşêwe yên rêjîma Îranê bê.

Piştî givaşa herî zêde ya Amerîka bo ser rêjîma Îranê, dewleta Amerîkayê ew biryar daye ku bi wî awayî nefta Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê bê hinardekirin û rêgiriyê ji firotina nefta Îranê bi Tirkiyê bê kirin. Herwisa ew beşek ji bernameya Amerîka bo rêgirîkirin ji dahata neftî ya rêjîma Îranê ye ku rêjîma Îranê  vê dahatê bi tevavî bo bernameya mûşekî û navkiya xwe xerc dike.

Piştî vê gefxwarina Amerîkayê, serokwezîrê Îraqê “Mihemed şiya`i El-Sûdanî” ragihand ku hinardeya neftê ya Herêma Kurdistanê piştî 2 sal rêgirêkirin ji hinardeya vê neftê, careke din dê dest pê bike.

Li vê dawiyê de 5 bankên Îraqê ji destpêregihîştina wan bi Dolarên Amerîkayê hate qedexekirin ku bi daxwaza wezareta Xezînedariya Amerîkayê li pêvajoya siyaseta Amerîka bo kontrolkirina dabînkirina malî ya Îranê hatiye kirin.