
Deqa vê peyamê wiha ye:
Konfederasyona Revenda Kurdistanî
Ji bo Hizba Demokrata a Kurdistana Îranê
Ji bo Rêzdar Mustafa Hîcrî, Sekreterê giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê.
Me bi dilek xweş bihîst ku partîya we PDKÎ kongreya xwe ya 17´e mîn pêkanîye û cenabê te dîsa wek Sekreterê Giştî yê PDKÎ hatî hilbijartin.
We kongreya xwe di rewşek usa de pêkanîye ku gelê Kurdistanê di qonaxek gelek dijwar û hestîyar derbas dibe. Bi serkeftî derbasbûna kongreya we, di wateya berdewamiya xebat û têkoşîna azadiya Kurdistanê ye.
Em, kongreya we, hilbijartina cenabê te wek sekreterê Partiyê, li te û li hemû kadir û xebatkarên partiya we û li gelê Kurdistanê pîroz dikin.
Serketinê ji bo we dixwazin.
Li gel silav û rêz
Îsmaîl Kamil
Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî
18ê Şibat a 2025 a Zayînî