
Yekîtiya Xwendekarên Dêmokrat ên Kurdistanê, bi armanca piştevanîkirin ji “Newroza Xakîpoşan” peyamek belav kir.
Deqa peyamê wiha ye
Xwendevan û xwendekarên welatparêz ên Rojhilatê Kurdistanê!
Mamosta, nivîskar û rewşenbîrên nasnamexwaz ên Kurdistanê!
Her wek dizanin, Newroz wek hilkefteke dêrîn a Kurdî û yek ji rêûresmên pîroz ên Kurd, çend sal e wek resmeke nasnamexwazî li Rojhilatê Kurdistanê de wateyeke din li xwe girtiye û ji hilkevtek dêrîn derkevtiye û li Rojhilatê Kurdiustanê de bûye derfetek bo nasnamexwazî û mafxwazî ya netewiya Kurd. Tevî ku Newroz her ji mêjve bilî pêwendî bi nûbûn û zindîbûna dubare ya sirûşt û guherîna kêş û heva ve heye, hêmaya berxwedanê jî bûye, lê çend sal e ku seha nasnamexwazî û serwerîxwaziya netewa Kurd li Rojhilat, rû bi zêdekirinê kiriye û ev rûresma jî bûye derfetek bo nîşandana seha netewî ya xekê hişar ên Kurdistanê û wek hêleke cudaker li navbera Kurd û yên bilî Kurd, tê berçav.
Newroza îsal li demekê de bi rê ve diçe ku hêj ew serhildana nesekiniye, bilî hilkefteke dîrokî, hevdem digel givaşên ewlehî yên rêjîma Îranê bo ser ciwanan, bi hêceta lixwekirina kincên xakî û li stûkirina axabaniyê ku hêmaya berxwedana xortên canfîda yên Kurd e, hejmarek ji ciwan û nûgihanan binçav dike, bi vê sedemê xelk li bajarên Kurdistanê, li govend û dîlanan de bi lixwekirina kincên xakî û lisûgirêdana axabaniyan û hewrîlixwekirina keç û jinan, bersiveke bi wec bi xoseriyên vê rêjîmê dane. Vê bersivê, rêjîm zêdetir tûre kiriye û hekî li şiyana vê de be dê rêgirî ji birêveçon a Newroza îsal bike û bi hizra xwe bi givaşxistin û binçavkirina ciwan û hunermendan, tirsê bêxe dilê xelkê Kurd ku ev Newroz a bi hêmaya nasnamexwaziyê, bi rê ve neçe.
Li vê derheqê de beşeke berçav ji xelkê Kurdistanê û çalakvanên medenî yên Kurdistanê û bi diyarîkiriya “Şêwreya Çandî ya Hilkeftên Rojhilatê Kurdistanê”, roja 1ê Reşemeya 1403 a Rojî beranber bi sala 2724 a Kurdî, banghêjiyek rû bi xelk û kesayetiyên navxweyê welat û derveyî welat û herwisa rêkxiravan belev kiriye ku piştevanîkirina xwe li birêveçona Newroza 2725 a Kurdî ku bi “Newroza Xakîpoşan” hatiye navdêrkirin, bidin xuya. Bi vê hilkeftê, Yekîtiya Xwendekarên Dêmokrat ên Kurdiustana Îranê li derheq birêveçon a “Newroza Xakîpoşan”, daxwaz ji hemû xwendevan, xwendekar, mamosta, nivîskar û rewşenbîran dike ku pêşewazî ji vê banghêjiyê bikin û bi lixwekirina kincên xakî û li stûkirina axabaniyan û hewrîpûşîna jin û keçan ku hêmaya Kurdinî û berevanîkirin ji nasnameya netewî ye, Neweroza îsal bikin bi rêûresmeke nasnamexwazî û germûgurtir ji salên berê, vê hilkefta Kurdî bi rê ve bibin.
Yekîtiya Xwendekarên Dêmokrat ên Kurdistanê
5ê Reşemeya 2724 a Kurdî