Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê ji destpêka heyva Reşemê ve zêdetir ji 17 girtî, bidare vekirine

10:47 - 24 Şibat 2025

Ji destpêka heyva Reşemê ve heta niha, li seranserê Îranê de bidarvekirina 17 girtiyan li girtîgehên cuda yên vê rêjîmê de hatine bidarvekirin, bi awayê nêvincî her 6 demjimêran girtiyek hatiye bidarvekirin.

Pêka rapora “Navenda Mafê mirovî yê Îranê” ku li roja Yekşemî 5ê Rêşemê hatiye belavkirin, 3 girtî ji aliyê rêjîmê ve li girtîgehên rêjîmê li bajarên“Ehwaz, Kirman û Qurwê” de hatine bidarvekirin, pêka vê raporê, “Babek Hacîpûr” li 2ê Reşemê li girtîgeha “Sipîdar” a rêjîmê li bajarê Ehwazê, hatiye bidarvekirin.

Li 30ê Rêbendanê jî “Yûsif Kuwarûyî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kirmanê û “Neîm Ebdî” yê temen 24 salî yê xelkê bajarê Qurvê, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Qurwê, hatiye bidarvekirin, herwisa li 2ê Reşemê de jî “Mîlad Nasirî”, li girtîgeha rêjîmê li bajarê “Gunbed Kawûs”ê de hatiye bidarvekirin.

Rêjîma Îranê bi awayekî berfireh û bi lezgînî, girtiyên ku sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin, bidar diveke û herwisa rêjeya sepandina sizaya bidarvekirinê jî gelek zêde kiriye.

Pêka raporên belavbûyî, rêjîma Îranê ji destpêka heyva Reşemê ve zêdetir ji 17 girtî, bidare vekirine û bi awayek din, her 6 demjimêr girtîyek bidar vekiriye.

Rêjîma Îranê bidarvekirin û sepandina sizaya bidarvekirinê, wek alavek bo tepeserkirina zêdetir a xelkê bi taybet xelkê Kurd û Belûç bi kar tîne.