Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê heyama binçavkirin a 3 girtiyên Kurd, demdirêj kir

11:15 - 24 Şibat 2025

3 welatiyên Kurd ku li girtîgeha rêjîmê li bajarê Selmasê de bi awayê demkî hatine ragirtin, ji aliyê rêjîmê ve heyama binçavkirina wan heyvek hatiye demdirêjkirin.

Pêka raporên belavbûyî, 3 welatiyên Kurd ên bi navên “Feryad Hacîzade, Ejder Dûdkanlû Mîlan û Zabit Welîlû Qizilbaş” ku ji girtîgeha îtilaat a spaha pasdarn a terorîst ve bi awayê demkî bo girtîgeha rêjîmnê li wî bajarê hatibûne veguhastin, heyvek a heyama binçavkirina wan welatiyan hatiye demdirêjkirin.

Pêka vê raporeke tora Mafê Mirovî ya Kurdistanê, “Feryad Hacîzade” û “Ejder Dûdkanlû Mîlan” li bajarê Selmasê û “Zabit Welîlû Qizilbaş” li gundê “Gûzik”ê ser bi bajarê Selmasê ji aliyê hêzên îtilaat a spsha pasdaran ve hatine binçavkirin û piştî 10 roj lêpirsînan, li destpêka heyva Rêbendana 1403 a Rojî û bi awayê demkî bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Selmasê hatine veguhastin.

Ew welatiyên Kurd li heyama binçavkirin li girtîgeha îtilaat a spaha pasdaran a terorîst de ji hevdîtin digel malbata xwe û mafê hebûna parêzer, bêpar bûne.

Rêjîma Îranê heyama binçavkirina demkî ya wan welatiyan li girtîgehê de heyvek demdirêj kiriye.