Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Ceyşuledil piledarekî rêjîmê li bajarê Xaşê de kuştin

15:10 - 24 Şibat 2025

Hêzên Ceyşuledîl ragihandine ku yek ji piledarên hêzên serkutker ên îtizamî yên rêjîma Îranê li bajarê Xaşê de kuştine.

Pêka rapora Edil Midya ya ser bi hêzên Ceyşûledîl, li demjimêrên şevê 5ê Reşemê, yek ji fermandeyên îtilaat a hêzên întizamî yên rêjîma Îranê li rûberûyê bînaya îdareya îtilaat a spaha pasdaran a terorîst li felekeya Meşk a bajarê xaşê de kuştine.

Pêka vê raporê wan hêzan xwestine ku wî piledarê rêjîmê bi zindî bigrin lê li şer qewimiye û ew li wî şerî de hatiye kuştine.

Li vê raporê de ti îşareke bi nasnameya wî piledarê rêjîmê nehatiye kirin.

Pêka rapora Halveşê, navê wî piledarê rêjîmê “Mihemedriza Sindî(Sindgul)” ê xelkê bajarê Zabolê ye ku pileya sutwan duyî hebûye.

Herwisa pêka raporên belavbûyî piledarekî din ên rêjîmê yê bi navê “Mihemed Zêydabadî” ku pileya ostuwar yekemî li binkeya întizamî ya rêjîmê hebûye, ji aliyê kesekî nenaskirî ve li şer û pevçoneke çekdarî de li bajarê Cîroftê ser bi parêzgeha Kirmanê, hatiye kuştin, heta niha ti kes an aliyekê kuştina wî piledarê rêjîmê li stuyê xwe negirtiye.

Rêjîmê li vê derheqê de îdia kiriye ku ew piledarê rêjîmê li dema ku li pey tawanbarekî kevtiye, hatiye kuştin.