Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 4 kombûnên nerizayetî li Îranê de bi rê ve çon

11:18 - 25 Şibat 2025

Kedkar û karmendên pîşeya nefta Îranê, malnişînkiriyan û herwisa kedkarên pîşeya berhemanîna Maşînan, kombûnên nerizayetî li Îranê de lidar xistin.

Roja Duşemî 6ê Reşemeya 1403 a Rojî, hejmareke zêde ji karmendên pîşeyî yên nefta Îranê li yekeya Lawan li girava Lawan de li derheq pêrenigihîştina berpirsan bi daxwaziyên wan kombûneke nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza jikarderxistina birêveberên bêwec, rakirina astê bo hiqûqan, rakirina sinorê heqdesta salane ya malnişînkirinê û çend daxwaziyên din kirin.

Herwisa malnişînkiriyên îdareya Muxabirat a Îranê li bajarê Ehwazê de li rûberûyê bînaya vê îdareyê li bajarê Ehwazê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaziyên hevpar ên malnişînkiriyên vê îdareyê bo çendemîn car dubare kirin.

Herwisa li bajarê Ehwazêde malnişînkiriyan û xwediyê kar ên li pîşeya nefta Îranê li rûberûyê bînaya navendî ya şirketa millî ya deverên nefta Cinûb li bajarê Ehwazê, kombûna nerizayteî lidar xistin û nerizayetiya xwe li derheq kêmbûna hiqûqên malnişînkiriyan û heqdesta kedkar û karmendên vê pîşeyê, dane xuya.

Li bajarê Kaşanê de jî, kedkarên pîşeyî yên berhemanîna maşînan ên şirketa “Saypa Sîtroên” a wî bajarî, karê xwe sekinandin û man girtin û nerizayetiya xwe li derheq kêmbûna heqdestan û çend pirsên din, dane xuya.

Herwisa li vê rojê de xwaziyarên li şirketa “Azer Yûrd sala Honda” li rûberûyê pîşangeha vê şirketê li bajarê Têhranê de kombûneke nerizayetiyê li derheq cîbicînebûna sozên vê şirketê ya piştî derbasbûna 3 heyvan, lidar xistin.