
Amerîkayê li dorpêçeke nû de navê 30 kes, şirket û gemiyan, bi sedema rola wan li peydakirina bazar, firotin û veguhastina nefta rêjîma Îranê li lîstê nû yên dorpçên bo ser rêjîma Îranê zêde kirin.
Roja Duşemî 6ê Reşemeya 1403 a Rojî, Ofîsa Kontrola Darîyiya Derve ya Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, digel Wezareta Derve ya Amerîkayê, navê 30 kes, şirket û gemiyan, bi sedema rola wan li peydakirina bazar, firotin û veguhastina nefta rêjîma Îranê, li lîstê nû yên dorpçên bo ser rêjîma Îranê zêde kirin.
Pêka rapora Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, tacirên ku bo nefta Îranê bazar peydakirine yên li welatên wek “Îmarat û Hongkong”ê û şirketên xwediyê gemiyên neftkêş û birêveberên şirketên gemîranî li “Hindistan û Çîn”ê, serokê şirketa nefta Îranê û şirketa “Payanêhay Neftî” ya rêjîmê, li lîstê dorpêçên nû de hatine tomarkirin.
Pêka vê raporê wan şirketan li dabînkirina malî bo çalakiyên têkderane ên rêjîma îslamiya Îranê de rol hene û dehan milyon bermîl nefta Îranê bi nirxa sedan milyon Dolar, cî bi cî kirine.