
Hêzê hov ên îtilaat rêjîmê li bajarê Şinoyê de mamostayekî berê yê zanîngehê bi awayekî xoserane û bê belgeya yasayî binçav kirin û bo girtîgeha Îtilaat a rêjîmê li wî bajarî, vguhastin.
Pêka raporên belavbûyî, sibêdeha roja Yekşemî 14ê Rêbendana 1403 a Rojî, Dr. “Rehber Mehmûdzade” mamostayê berê yê zanîngehê û xwediyê birwanameya Duktora li zanista Felsefe ku li navenda rewşenbîriya Şinoyê de çalak bûye, ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê ve hatiye binçavkirin.
Pêka wan raporan, hêzên hov ên îtilaata rêjîmê bê belgeya yasayî êrîş kirine ser mala navbirî û bi fermana îdareya îtilaata rêjîmê ya li bajarê Têhranê, ew welatî, binçav kirine.
Pêka rapora Kurdpayê Dr. “Rêber Mehmûdzade” bê belgeya yasayî hatiye binçavkirin û bo girtîgeha îtilaat a rêjîmê li wî bajarî, hatiye veguhastin
Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wî mamostayê berê yê zanîngehê nehatiye zanîn.
Binçavkirina wî mamostayê zanîngehê li halekê de ye li vê heyvê de 10an kes ên xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi şêwazên hovane û bê belgeya yasayî û bi awayê xoserane ji aliyê hêzn îtilaata rêjîmê li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de bi sedem û tohmetên nexuya, binçav kirine û qedera wan heta niha jî bi serastî nehatiye zanîn.