Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li bajarê Miyandavê de 7 welatî, binçav kirin

11:24 - 25 Şibat 2025

Li berdewamiya binçavkirinên xoserane ya welatiyên Kurd ji aliyê rêjîmê ve, welastiyekî din ê bi navê “Mobîn Mecîdzade” ji aliyê rêjîmê ve hate girtin û rêjeya girtiyên li wan çend rojan de li wî bajarî, gihîşte 7 kesî.

Pêka rapora “Kolber News”ê roja Yekşemî 5ê Reşemeya 1403 a Rojî, welatiyekî temen 25 salî yê bi navê “Mobîn Mecîdzade” yê xelkê bajarokê “Gawmêşgulî” ser bi bajarê Miyandavê, ji aliyê rêjîma Îranê ve hate binçavkirin. Bi wî awayî rêjeya welatiyên binçavkirî yên wî bajarî li wan çend rojên derbasbûyî de gihîşte 7 kesî.

Pêka vê raporê hêzên hov ên rêjîma Îranê bê belgeya yasayî û bi awayê xoserane, êrîş kirine ser mala wî welatiyê Kurd û ew binçav kirine.

Pêştir jî 6 welatiyên xelkê bajarê Miyandavê yên bi navên “Sidîq Ebasnijad, Bêhzad Berceste, Keywan Berceste, Şehab Tewan, Nîma Qurbanzade û Xaliq Rehîmî”, bê belgeya yasayî û bi awayê xoserane hatine binçavkirin.

Heta belavbûna vê nûçê, sedema binçavkirina xoseraneya wan ciwanên Kurd û tohmetên sepandî û cihê ragirtina wan, nehatiye zanîn.