
Welatiyekî xelkê bajarê Dêhdeştê ku li şoreşa Jînayê de bo heyamekê hatibû girtinê, careke din ji aliyê hêzên îtilaat a rêjîma Îranê ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.
Pêka rapora”Hengaw”ê, roja Duşemî 6ê Reşemeya 1403 a Rojî, welatiyekî temen 30 salî yê bi navê “Mehmûd Tûreng”, xelkê bajarê “Dêhdeştê” ser bi parêlzgeha “Kohgîlûye û Boyêr Ehmedê” ku pêştir jî li tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê de bo heyamekê hatibû girtinê, careke din ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê li bajarê Dêhdeştî de li şeqameke wî bajarî, hate girtin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.
“Mehmûd Tûreng” li 5ê Befranbara 1401 a Rojî ji aliyê hêzên îtilaat arêjîma Îranê ve bi tohmeta agirberdan bi maşîna axundekî rêjîmê, hatibû binçavkirin û li 13ê Rêbendana hemen salê bi danîna barimtê ji girtîgeha rêjîmê li bajarê Yasûcê, hatibû azadkirin.
Herwisa navbirî li 25ê Xermanan a sala 1402 a Rojî ji bi tohmeta” alozîxistin li rewşa aramiya giştê bi rêye beşdarî li xwenîşandanên nerizayetî”, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve careke din hatibû girtin û li 4ê Rezbera hemen salê, bi danîna barimtê careke din hatibû azadkirin.
Navbirî piştî binçavkirinê bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.