
Malbata Şehîd “Riza Resayî” yê xelkê bajarê Sehnê li salvegera jidayîkbûna wî de li ser gora wî amadebûn û tevî bilindragirtina yadê wî şehîdî, daxwaza hilveşandina sizaya bidarvekiringirtiyan kirin.
Malbata Şehîd “Riza Resayî”, rêûresma jidayîkbûna wî li ser gora wî şehîdî li bajarê Sehnê de lidar xistin, dayîka wî şehîdî a bi navê “Azerduxt Heqcûyan”, tevî bilindragirtina nav û yada wî, bi belavkirina peyamekê li vê rêûresmê de daxwaza hilveşandin a hertimî ya sizaya bidarvekirin li civaka mirovî de kir.
Şehîd Riza Resayî” xelkê bajarê Sehnê û bavermendê ola Yarsanî, ji aliyê dadgeha rêjîmê li wî bajarê de bi tohmeta “kuştina karbidestekî îtilaata rêjîmê”, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin û li 16ê Gelawêja 1403 a rojî li girtîgeha “Dîzilabad” a rêjîmê li bajarê Kirmaşanê de hate bidarvekirin.