Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

7 Kurd bûne endamê parlemana Alman

11:48 - 25 Şibat 2025

Gorî encamên berahî di hilbijartina welatê Alman de 7 berbijêrên Kurd dengê hewce bidest xistine û dê bibne endamê parlemana Alman.

Bo hilbijartina seranserî a welatê Alman 22 Kurdan xwe berbijêr kiribûn bo kursiyê parlemana wî welatî ku 7 ji wan berbijêran karîn dengê hewce bidestve bînin.

Yêk ji wan 7 kesan jin e û 6 mêrin.

Pêka rapor û encamên berahî Canso Uzdemir jine Kurda li ser lîstê partiya Çep a Alman ku di esla xwe de xelka Bakûrê Kurdistanê ye, bû endam parlemana Alman.

Gorî encamên berahî Firat Kuçuk, Cem Înce, Mîrza Edîs, Gokayî Akbulut, kandîdê partiya Çep dengê hewce bidest ve anîne bo endametiya parlemana Alman.

Herwisa Qasim Tahir kandîdê hevalbendiya Keskan û Serdar Yuksel kandîdê partiya Sosyal Dêmokrat, bo endametiya parlemana Alman serkevtin bidest ve anîne.

Gorî yasaya Alman heçî yêk ji partiyên rikeber kupiraniya kursiyên parlemanê bi dest bixe, dikare Sedri Ezemê Alman û hikûmeta wî welatî diyarî bike, wê pêkê pêşbênî tête kirin ku Kurdên parlemantêr bikarin şansê di hikûmetê û wezaretan de jî bi dest ve bînin.