
Rêjîma Îranê bi sedema neşiyan bo dabînkirina wize li Îranê û herwisa perdepoşkirina vê qeyranê, li piraniya herî zêde ya bajarên seranserê Îranê, pişûya fermî ragihandiye.
Qyrana wize li Îranê bûye sedema sekinîna karên îdarî, jiyana rojaneya xelkê, xwendingeh, karên kargeh û şirketên pîşeyî û berhemanînê, ji aliyê din ve rêjîma Îranê û bo perdepoşkirina neşiyana xwe li dabînkirina wizeya hewce bo Îranê, pişûye fermî li bajarê Têhran û 26 parêzgehan ragihand.
Pêka nûçeyên rêjîma Îranê, hemû parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û herwisa parêzgehên din ên Îranê bilî parêzgehên “Xûzistan, Bûşêhr, Hormozgan û Yezd”ê hemû parêzgehên din de pişûya fermî hatiye ragihandin.
Qutbûna bergq û gazê, tevî sekinîna perwerde û hînkarî, bank û îdayeyên din, paşhatên berfireh ên aborî jî li pey xwe aniye û piraniya herî zêde ya yekeyên pîşeyî, bi sedema nebûna wize, karê wan sekiniye.
Take rêkara rêjîmê bo çareserrkirina qeyrana wize li Îranê, bikaranîna nefta reş anku mazotê li wizegehan bûye û tevî ku li vê siyaseta nezanistiya xwe de jî rastî şikestê hatiye û nekariye heta beşek kêm a wizeya hewce jî dabîn bike, bûye sedema pîsbûna hewa ku nerzayetiya xelkê û herwisa zêdebûna nexweşiyan li pey xwe aniye.