
Hêzên serbazî û ewlehî yên rêjîma Îranê bi çekên giran û sivik, li bajarê Çabiharê de êrîş kirine ser mala hevwelatiyekî Belûç û 2 demjimêran şerê çekdarî li navbera wan de berdewam bû .
Pêka rapora “Resedê Belûçistan”ê, roja Sêşemî 7ê Reşemê, Hêzên serbazî yên rêjîma Îranê bi çekên giran û sivik, li bajarê Çabiharê de êrîş kirine ser mala hevwelatiyekî Belûç ê li şeqama Teavon a li cotsayda Tohîd a wî bajarî û 2 demjimêran şerekî çekdarî li navbera hêzên dije mirov ên serbazî yên rêjîmê û kesên li vê malê de berdewam bûye.
Herwisa û pêka raporên belavbûyî dironên rêjîmê li esmanê wî bajarê de bi taybet bi ser devera şer de geriyane.
Rêjîma Îranê li vê derheqê de îdia kiriye ku 6 kes ji endamên “Ceyşuledil” hatine binçavkirin û kesek jî hatiye kuştin.
Tevî ku heta niha îdiaya rêrîmê nehatiye piştrastkirin, hêzên Ceyşuledil hêj li derheq vê îdiaya rêjîmê de ti daxuyaniyek belav nekiriye.
Herwisa heta niha ti amarek ji rêjeya kuştî an birîndarên wî şerî yên her 2 aliyên şer jî nehatine belavkirin û amara serast li berdest nîne.