
Şêwreya Ewlehî ya Netewên Yekgirtî, bi hilkefta 3emîn salvegera şerê Rûsiyê digel Ukraynê, biryarnameya pêşniyarkirî ya Amerîkayê erê kir û bê îşarekirina rasterast a êrîşa Rûsiyê bo ser Ukraynê, daxwaza dawîanîn bi hevrikiya wan kir.
Ew biryarname li roja Duşemî 6ê Reşemê, bi 10 dengên “Erê” hate erêkirin û 5 endamên vê şêwrayê yên wek “Firanse û Birîtaniya”yê jî, dengê “Bêalî” dan.
Ajansa “Reuters”ê tevî îşarekirin bi hewla “Donald Trump”, Serkomarê Amerîka bo dawîanîn bi şerê Ukraynê, nivîsandiye ku ew biryarname, helwîstên berê yên Netwên Yekgirtî li derheq şer, nerimtir kiriye.
Herwisa hatiye belavkirin ku çend demjimêran berî kombûna Şêwreya Ewlehî ya Netyewên Yekgirtî, kora giştî ya vê rêkxiravê, reşnivîsa vê biryarnameyê ku ji aliyê Amerîkayê ve hatibû pêşkêşkirin, ret kiribûn, lê piştre bi tenê bi zêdekirina peyva vê ku tekezî li vê bê kirin ku hevrikiya bi sedema destdirêjiya Rûsiyê bo ser Ukraynê bûye, hatiye erêkirin.
Herwisa li kombûna kora Giştî ya Netewên Yekgirtî de biryarnameyek hate erêkirin ku ji aliyê Ukraynê ve hatibû pêşkêşkirin û Ewropayê jî piştevaniya vê kiribû. Li biryarnameyê de daxwaza paşvekêşana lezgîn a hêzên Rûsiyê ji Ukraynê hatiye kirin û destdirêjiya Moskoyê, bi binpêkirin a carnameya Netewên Yekgirtî, hatiye binavkirin.
Ew biryarname bi 93 dengên “Erê”, 18 dengên “Ne” û 65 dengên “Bêalî” hatiye erêkirin, ew jî nîşanderê kêmbûna berçav a piştevanîkirina çalakane ji Ukraynê bi berhevdanîn digel dengên berê ye.