
Rêjîma Îranê li 11ê Befranbar heta 11ê Rêbendana 1403 a Rojî, zêdetyir 213 kes li Îranê de binçav kirine ku zêdetir ji 108 kes ji wan girtiyan, welatiyên Kurd in.
Pêka amara “Hengaw”ê li heyva January 2025 a zayînî, benaber bi 11ê Befranbar heta 11ê Rêbendana 1403 a Rojî, rêjîma Îranê zêdetir ji 213 kes ji xelkê Îranê binçav kirine ku zêdetir ji 108 kes ji vê amarê, welatiyên Kurd in.
Ev amare wan haletan li xwe digre ku nasnameya wan bo “Hengaw”ê hatine eşkerekirin û renge amare serast gelek ji vê amarê zêdetir be.
Pêka vê raporê, zêdetir ji 20 çalakvanên jin, 3 zarok, 108 welatiyên Kurd, 48 hevwelatiyên Ereb, 32 hevwelatiyên Belûç, 26 çalakvanên olî yên Sunnî û 11 çalakvanên Behayî, ji aliyê hêzên îtilaat a rêjîma Îslamiya Îranê ve hatine binçavkirin an revandin.
Herwisa zêdetirîn amara binçavkirinan li parêzgehên “Xûzistan 50 halet, Urmiye 46 Halet û Sine 42 halet” zêdetirîn amara binçavkirinan hebûne.
Pêka vê amarê zêdetir ji %51 a binçavkiriyên li seranserê Îranê ji 11ê Befranbar heta 11ê Rêbendanê anku heyva “January”2025, welatiyên Kurd in.
Li heyva “January” 2024 de 152 kes li seranserê Îranê de hatine binçavkirin, bi berhevdanîna amara heyva January 2024, digel heyva January 2025 ku 213 halet in, 60 halet anku nêzî %40, amara binçavkirinê zêdetir bûye.