Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî li derhq bernameya navkî ya Îranê huşdarî da

11:39 - 27 Şibat 2025

Li dawî rapora Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî li derhq bernameya navkî ya Îranê de hatiye ku vê rêjîmê bo berhemanîna 6 bombên navkî, Oraniyoma hewce ya bi tîratiya %60, meyandiye.

Pêka dawî rapora Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, rêjîma Îranê paşkevta  Oraniyoma xwe ya meyandî ya bi tîratiya %60, gihandiye 274 kîlo û 800 giremî ku bi vê qasa Oraniyomê, rêjîma Îranê dîkare 6 bombênb navkî berhem bîne.

Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, tevî huşdsarîdan li derheq qasa paşkevt a Oraniyoma meyandî ya rêjîmê, daye zanîn ku rêjîma Îranê meyandina Oraniyom a bi tîratiya %60, gelek lezgîn kiriye û li heyva derbasbûyî de 92 kîlo û 500 girem Oraniyom a bi tîreatiya %60, meyandî ye.

Herwisa vê ajansê huşdarî daye ku heta niha jî rêjîma Îranê, bersiva vê ajansê li derheq peydabûna Oraniyoma meyandî ya bi tîratiya %84.7, nedaye.

Rêjîma Îranê tevê hemû givaşên navnetewî, meyandina Oraniyomê berdewamn kiriye ku tevî xercek gelek giran bo ser xelkê Îranê, li ser ewlehî û aramiya welatên Rojhilata Navîn û cîhanê bûye gefek gelek metirsîdar.