Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê ragihand ku renge hewce bike êrîşê bike ser rêjîma Îranê

11:46 - 27 Şibat 2025

Wezîrê Derve yê Îsraîl, huşdarî da ku renge bo rêgirîkirin ji destpêregihîştina rejîma Îranê bi çeka navkî, neçar bi êrîşkirina serbazî bi ser rêjîma Îranê bibe.

“Gîdeon Se`ar”, Wezîrê Derve yê Îsraîl, tevî îşarekirin bi nêzîkbûna dema dawî bo bernameya navkî ya rêjîma Îranê, huşdarî da ku renge bo rêgirîkirin ji destpêregihîştin a rejîma Îranê bi çeka navkî, Îsraîl neçar be êrîşa serbazî bike ser rêjîma Îranê.

Huşdarîdana Wezêrê Derve yê Îsraîl bi rêjîma Îranê li halekê de ye ku Îsraîl ji her demekê zêdetir, piştevaniya Amerîkayê bo aliyê xwe rakêşaye û Donald Trump ê Serkomarê Amerîkayê li yekemîn pêngavê, givaşên zêde xistine ser rêjîma Îranê û piştevanî li Îsraîl li hember milîsên ser bi rêjîma Îranê kiriye.

Gîdeon Se`ar li axafyinên xwe de îşare bi meyandina Oraniyom a hewce bo berhemanîna çeka navkî ya Îranê kiriye û daye zanîn ku ew bernameya navkî ya rêjîma Îranê, dema vê bi dawî tê û metirsiya vê heye ku karlêkerî û bandoreke gelek mitirsîdar û micid li ser ewlehiya Rojhilata Navîn bike û hekî ew beranmeya navkî ya rêjîma Îranê neyê sekinandin, dê bo ewlehiya Îsraîl, trajêdiyekê li pey xwe bîne.