Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sekinîna karên bazar û pîşeyan rewşa jiyana xelkê Îranê gelek dijwartir kiriye

11:47 - 27 Şibat 2025

Bi sedema qeyrana aborî û wize li Îranê, bazar û herwisa pîşe li Îranê rastî sekinandinê hatiye, xelkê hêj hejartir bûye û nirxa hewcehiyan bilintir bûye û jiyana hejaran dijvartir bûye.

Bi sedema qeyrana aborî û wize li Îranê, bazar û dukan tevî sekinînê rastî şikesta aborî jî tên, şiyana aborî ya xelkê Îranê li qatên kêmdahat bi qasekê dijwar bûye ku nikarin ji dukan û bazan de hewcehiyên xwe dabîn bikin û heta li bazarên bajarê Têhranê de jî karê wan bzarî û dukandaran, sekiniye.

Ji aliyê din ve qatên hejar ên Îranê, li rewşeke herî dijwartir de ne û pêştir jî şiyana dabînkirin a  hewcehiyên jiyana xwe nebûn û rewşeke wiha de jiyana wan kevtiye nav dijwariyekî zêdetir de ku heta hinek zarok jî bo peydakirina pariyek nan an hewcehiyeke din, li nav zibil û paşmaweyan de digerin û gelek caran li wir de jî ti tiştekê peyda nakin.

Îran ku pêncemîn welatê dewlemend li cîhanê bû niha zêdetir ji %50 a xelkê Îranê li jêr hêla hejariyê de dijîn û ji hewcehiyên bingehîn ên jiyanê, bêpar mane.