Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li bajarê Çabiharê, bi çekên giran êrîş kirine ser mala kesekî Belûç

12:35 - 27 Şibat 2025

Hêzên serbazî û ewlehî yên rêjîma Îranê bi çekên giran û sivik, li bajarê Çabiharê de êrîş kirine ser mala hevwelatiyekî Belûç û 2 demjimêran şerê çekdarî li navbera wan de berdewam bû .

Pêka rapora “Rwesedê Belûçistan”ê roja 7ê Reşemê, Hêzên serbazî yên rêjîma Îranê bi çekên giran û sivik, li bajarê Çabiharê de êrîş kirine ser mala hevwelatiyekî Belûç ê li şeqama Teavon a wî bajarî û 2 demjimêran şerekî çekdarî li navbera hêzên dije mirov ên serbazî yên rêjîmê û kesên li vê malê de berdewam bûye.

Herwisa û pêka raporên belavbûyî dironên rêjîmê li esmanê wî bajarê de bi taybet li ser devera şer de geriyane.

Rêjîma Îranê li vê derheqê de îdia kiriye ku 6 kes ji endamên “Ceyşuledil” hatine binçavkirin û kesek jî hatiye kuştin.

Saziya Ceyşuledlê, li dawî daxuyaniya xwe de li derheq şerê 2 demjimêrî yê qewimî li bajarê Çabigharê de ragihand ku 2 kes ji hêzên wan li wî şerî de hatine kuştin, lê îdiaya rêjîmê li derheq binçavkirina 6 kesên ser bi saziya Ceyşuledil, bi derev derxist û ragihand ku ew îdiaya rêjîmê çewt e û çi endam an hêzeke vê saziyê li wî şerî de nehatiye girtin.

Herwisa saziya Ceyşuledil ragihand ku ew şer ji aliyê 2 kes ji hêzên vê saziyê ve hatiye kirin ku herduk jî hatine kuştin.