Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê sizaya girtîgehê bi ser çalakvanekî jîngehpoarêz de sepand

12:06 - 3 Şibat 2025

Dadgeha înqilab a rêjîma Îranê li bajarê “Dere Şehr”ê ser bi parêzgeha Îlamê 2 sal sizaya girtîgehê bi ser çalakvanekeî jîngehparêz ê wî bajarî de sepand.

Pêka raporên belavbûyî çalakvanê jîngehparêz ê bajarê “Dere Şehr”ê ser bi parêzgeha Îlamê, yê bi navê “Arman Şadîwend” ji aliyê taya 2 a dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê “Dere Şehr”ê ser bi parêzgeha Îlamê bi dadweriya “Daryûş Pîrî”, bi tohmeta propaganda li dijî rêjîmê, 8 heyv û bi tohmeta bêrîzkîrin bi rêberê rêjîma Îranê 16 heyv sizaya girtîgehê, bi gelemper 2 sal girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.

Pêka raporên belavbûyê vê dadgeha rêjîmê, nivîsên wî çalakvanê jîngehparêz li tora civakiya “Instagram”ê de wek belge bo tohmetlêdan bi navbirî bi kar anîne.

Sepandina sizaya girtîgehê, çend roj berî niha bi navbirî hatiye ragihandin û  sepandina wê sizaya girtîgehê, bê amadebûna wî li kombûna dadgehîkirinê de hatiye sepandin.