Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 21 kombûnên nerizayetî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi rê ve çon

11:09 - 4 Şibat 2025

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de zêdetir ji 21 kombûnên nerizayetî ji aliyê malnişînkiriyan, karmend û kedkarên pûşeyî, li zêdetir ji 20 bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi rê ve çon.

Roja Duşemî 15ê Rêbendana 1403 a Rojî, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ên wek “Îlam, Bîcar, Sine, Merîwan, Kirmaşan û Urmiyê de û herwisa li bajarê Xuremabadê ser bi parêzgeha Luristanê, malnişînkiriyên îdare muxabirat bi lidarxistina kombûnên nerizayetî li rûberûyê bînaya îdareya muxabirat li wan bajaran de nerizayetiya xwe li hember pêrenegêîhîştina berpirsan bi daxwaziyên wan, birêveneçona ayînnameya xweşbijîvî ya sala 1389, nedana hiqûqên paşkevtî, zêdekirina beşa bîmeyê bo malnişînkiriyan ji %20 bo %50, nedana xercê dermanan, birêveneçona xala 1 a benda 21 a yasaya xizmetguzariya Îranê û xala 2 ya benda 31 a madeya 41 a yasaya bineretî û siyaseta çewt a birêveberiyê vê şirketê ji aliyê sapaha pasdaran a terorîst, nerizayetiya xwe dane xuya.

Herwisa malnişînkiriyên îdareya muxabirat li bajarên wek “Tewrêz, Şîraz, Sarî, Reşt, Têhran, Îsfehan, Hemedan, Şehrê Kurd, Ehwaz, Zencan û Babol”ê de kombûnên nerizayetî lidar xistin.

Herwisas li vê rojê de kedkarên şirketa “Çerxişger” a bajarê Tewrêzê man girtin û dest ji karê xwe berdan û kedkarên pîşeyî yên nefta Îranê li meydana neftiya Ebûzer û karmendên fermî yên şirketa nefta felatê qarê li dorgeya Lawan li kendavê, li derheq pêrenigihêştina berpiran û gunedan bi daxwaziyên wan, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.