Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 9 milyard Dolar dirafê xelkê Îranê yên hinardekirînê, neziviriye Îranê

11:17 - 4 Şibat 2025

Berpirsê berê yê odeya bazirganiya Îranê îtiraf kiriye ku 9 milyard Dolar ji dirafê hinardeya Îranê neziviriye Îranê û şêwaza banka navendî û kabîneyê bo danîna nirxan şaş e.

Li berdewamiya eşekerbûna dizîn, gendeliya sîstematîk û derketina dirafê xelkê Îranê, vê carê serokê berê yê odeya bazrganiya Îranê îtiraf kir ku bi sedema gendeliya aborî, geşeya aborî naqewime û li sala 1403 a Rojî de 9 milyard Dolar ji dahata hinardeya Îranê bo derve, nezivire Îranê.

Herwisa navbirî daye zanîn ku hekî hinardekerek dahatek hebe neçar e bi nirxa hikûmî li sîstema nîma de bifroşe ku nirxa vê gelek kêmtir ji bazara azad e û ew yek xisarên malî yên giran bi hinardekeran dide.

Gotinên wî berpirsê berê yê odeya bazirganiya rêjîmê li halekê de ye ku pitira dahata nefta Îranê bi her awayek bê firotin, dahata vê xuya nake û nazivire Îranê û zêdetir bi tê dizîn an bi armancên siyasî yên rêjîmê û çêkirina fitneyan û piştevaniya malî li terorîzma navnetewî tê xerckirin û ji aliyê din ve jî li Îranê de nirxa bazaran ji aliyê delalên ticarî vê tê diyarîkirin û rêjîmê destê wan delalan vekirî hiştiye.