Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê de hirî bi heder diçe û bazara ferş sekiniye

11:18 - 4 Şibat 2025

Bi sedema nebûna şirket û kargehên hewce bo çêkirina berheman ji hirî, ew bi xavî tê firotin û dahata ferşê Îranê ku li sala 1373 de zêdetir ji 2 milyard û 132 milyon Dolar bû, niha kêmtir ji 50 milyon dolar e.

Birêveberê sendîkaya ferşên destçêkirî, “Ebdullah Behramî” ragihand ku li Îranê de her salê zêdetir ji 60 milyon ton hirî, tê berhemanîn lê bi sedema nebûna kargehan bo çêkirina berhemên din ji hirî, ew bi xavî tê firotin û ew darayiya xwediyên ajelan li Îranê bi heder diçe.

Herwisa navbirî daye zanîn ku çendîn welat hiriya Îranê bi nirxek gelek kêm dikirin û li pîşeya ferş de bi kar tînin û dahatek gelek zêde bi dest xwe ve tînin.

Navbirî ev yeka jî ragihand ku tevî nebûna dorpêçan bo ser ferş û hirî, rêjeya hinardekirina ferşên destçêkjirî  nêzî 50 milyon dolar e.

Pêka amarên rêjîmê, li sala 1373 a Rojî de hinardeya ferşên destçêkirî yên Îranê 2 milyard û 132 milyon dolar bû ku nêzî %40 a tevahiya hinardeya ne-neftî ya Îranê li xwe digirt û pêka amarên rêjîmê li navbera 5 heta 7 milyon derfetên kar afirandibûn ku heta niha pitira nêzî bi tevav a wan derfetan ji dest çone.