Dewleta Swêdê ragihand ku rêjîma Îranê bi rêya navenda îslamiya “Îmam Elî”, li Swêdê de sîxurî dikir û kiryarên alozker û dijî ewlehiya wî welatî hebûne.
Wezîrê Xizmetguzariyên Civakî yê Swêdê “Yakob Foşmêd” bi belavkirina peyamek li tora civakiya “X” de ragihand ku pêka belge û lêkolînên dezgeha ewlehiya Swêdê “SEPO”( Säkerhetspolisen), tê xuya ku rêjîma Îranê ji navenda îslamiya “Îmam Elî” li bajarê “Stokholm”ê wek jêrxanek bi kiryarên sixurîkirina zanyariyan û kiryarên alozkirina ewlehî yên gef bo ser ewlehiya Swêdê û Îraniyên derveyî Îranê bi kar tîne.
Berpirsê vê navenda sîxurîkirin a rêjîma Îranê yê bi navê “Mihsin Hekîmullahî” ku çend rojan berî niha bi vê sedemê ji aliyê Polîsê Ewlehiya Swêdê ve hatibû binçavkirin, dê ji wî welatî bê derxistin û îzna niştecîbûn wî ji aliyê Îdareya Koçberan a Swêdê jî hatiye hilveşandin.
Li vê derheqê de wezareta derve ya rêjîma Îranê, balyozê Swêdê banghêj kiriye û ew helwîsta welatê Swêdê bi destêverdana welatên din ve girê daye.