Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmarek ji girtiyan ji girtîgeha Kirmaşanê de revîn

10:41 - 1 Şibat 2025

Hejmare ji girtiyan, piştî evê ku agir berdane girtîgeha Dizîlabada kirmaşanê, karîn ji girtîgehê birevin.

Demjimêr 10ê şeva Pêncşemiyê hejmarek ji girtiyan ku tete gotin 30 heta 40 kesî bûne, agir berdane girtîgeha Dizêlabada Kirmaşanê, û li vê derfetê de karîne ji girtîgehê birevin û xwe xelas bikin.

Gorî zaniyariyan sizayê bidarvekirinê bi ser hejmarek ji wan girtiyan de hatibû sepandin û biryar bû ku ev siza bi wan zûkatiyan bête cî bi cî kirin.

Piştî wê bûyerê rewşa ewlehiya bajarê Kirmaşanê û derdora wê, pir tevlîheve û rewşekî tunde militarize heya niha jî berdewame û tête gotin ku rêjîmê hêzeke zor ji Loristanê ve kêşaye derdora Kirmaşanê û li hemî rêkên çone jor û derkevtina li bajar bi tundî xelkê û maşînan tevtêş dikin.

Media yên rêjîmê revîna wan girtiyan piştrast kirin û ragihandin ku 9 kesin, lê hinek çavkaniyên din ragihandine girtiyên revînî, pitir ji 30 kesî ne û rêjîm cehdê dike ku wê hejmarê kêm rabigehîne.

Gorî raporan hinek hêzên taybete rêjîmê li nava bajarê Kirmaşanê de kevtine vekolîna malên xelkê.

Heta dema belavbûna wê nûçeyê tu zaniyariyek li derheq nasname û sûçê girtiyên revînî belav nebûye.