Rêjîma Îranê ji tirsê serhildan û nerzayetiya xelkê Îranê yasa û biryarnameya hicaba bi zorê hilveşand û bo perdepoşkirina şikesta xwe li hember xelkê Îranê, îdia dike ku rêberê rêjîmê jî ew hilveşandin erê kiriye.
Pasdarê terorîst “Mihemedbaqir Qalîbaf” ê serokê meclîsa rêjîmê, li kombpûna meclîsa rêjîmê de ragihand ku birêvebirina yasaya li jêr navê “Îfaf û Hicab”, pêka biryara şêwreya bilind a ewlehiya netewî hatiye hilveşandin û Elî Xamineyî jî ew yek erê kiriye.
Wî pasdarê terorîst bo perdepoşkirina şikest û tirsa rêjîmê li hember xelkê Îranê, îdia dike ku yasaya hicaba bi zorê hatiye hilveşandin û rêberê rêjîmê jî ew yek erê kiriye.
Li rastiyê de rêjîma Îranê şiyana birêvebirina hicaba bi zorê li Îranê de nebû û dizane ku cîbicîkirina vê yasaya rêjîmê, dê alozî û nerizayetiyan li Îranê de çend qat zêdetir bike ku renge rêjîmê rastî pirsgirêkên gelek mezin û herifîner bike.
Serkomarê rêjîmê “Mesûd Pizişkiyan” ku serokê şêwreya bilind a ewlehiya rêjîmê ye li 12ê Sermaweza îsal de bi eşkere li reng û dengê rêjîmê de ragihand ku ti îmkanek bo birêvebirina vê yasayê nîne û civaka Îranê vê yasayê qebûl nake û dê nerizayetiyan li pey xwe bîne.