Hêzên îtilaata rêjîmê li berdewamiya binçavkirina welatiyên Kurd de xwendekarekî xelkê bajarê Mihabadê binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.
Pêka rapora “Hengaw”ê xwendekar û jenyar û berhemhênerê mûzîk ê xelkê bajarê Mihabadê, “Sirûş Nûrbexş” ê temen 25 salî, li roja Şemî 13ê Rêbendanê, ji aliyê hêzên hov ên îtilaat rêjîmê li bajarê Mihabadê hate binçavkirin.
Navbirî wek xwendekar li zanista jenyarî ya mûzîka kilasîk bi alava Gîtarê, li zanîngeha Huner a Têhranê de mijûlê berdewamkirina perwerde û hinkariyê ye ku piştî banghêjkirin bo îdareya îtilaata rêjîmê li bajarê Mihabadê, hatiye girtin.
Tevî hemû lipeykevtinên malbata wî xwendekarê Kurd, ti zanyariyek li derheq sedema banghêjkirin, tohmetên sepandî bi ser navbirî û cihê ragirtina wî li ber dest nîne.