Daxuyaniya Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta bi dawîhatin a serkevtiyaneya Kongireya 17 (Kongireya Yekgirtina Dêmokratan)
Hevwelatiyên xoşewîst!
Xelkê niştimanperwerê Kurdistanê!
Kom û komel û aliyên siyasî yên Îran û Kurdistanê!
Endam û alîgirên emegnasê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îtanê!
Bi keyfxweşiyê ve birêveçona serkevtiyane ya 17emîn Kongireya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê(Kongireya Yekgirtina Dêmokratan) bi we radigehînin.
Êwara roja 15ê Rêbendana 1403 a Rojî(3ê February 2025), Kongire bi beşdariya hemû endamên Kongirê (endamên rêberî, nûnerên hilbijartiyê endaman, kadr û pêşmergeyên Hizb û rêkxiravên Hizbê li derveyî wekat û Herêma Kurdistanê), Kongireya 17 a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li jêr navê “Kongireya Yekgirtina Dêmokratan” de karê xwe dest pêkir.
Li destpêka karê Kongirê de û piştî strandina sirûda netewiya “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqijê Şehîdên Kurd û Kurdistanê, peyama destbikarbûna Kongirê ji aliyê rêzdar “Xalid ezîzî”, Berdevkê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê hate pêşkêşkirin.
Rêzdar “Xalid Ezîzî” li peyama xwe de tevî îşarekirin bi qonaxên “Duh” û “Îro” yên Hizba Dêmokrat û dûrdîmena vê Hizbê li “Sibê”ya xebat û tekoşînê, bas li pirs û nirxa yekgirtina Dêmokratan kir û hevgirtin û yekgirtina bi daxwaziya giştî ya xelkê Kurdistanê û endam û alêgirên Hiuzba Dêmokrat da zanîn. Berdevkê Hizbê li beşeke din a axaftinên xwe de îşare bi hewcehiya bixwedeçon û diyarîkirina şaşî û kêmasiyên derbasbûyî, pêdegirî li ser erkê endamên Hizbê û çalakvanên navxweyê welat li anînemeydana îde û afirankariyên nû, parastina vekhevî û bihêzkirina xebat û tekoşîna siyasî û medenî li navxweyê welat de kir. Rêzdar “Xalid Ezîzî” li dawiya peyama xwe de bi îşarekirineke kurt li ser rewşa tejî qeyran a komara îslamiya Îranê, pêdegirî li ser xweamadekirina xelkê li navxweyê welat û endamên Hizba Dêmokrat bo rûberûbûn digel eger û senariyoyên pêş û paşî herifîna rêjîmê wek erk û hewcehiyeke bo xebata niha kiriye.
Li qonaxeke din a karê Kongirê de rapora Heyeta Amadekirina Kongirê ji aliyê rêzdar “Kemal Kerîmî”, Berpirsê Heyeta Amadekirina Kongirê ve, bi beşdarên Kongirê hate pêşkêşkirin. Rêzdar “Kemal Kerîmî” li destpêka raporê de bi îşarekirin bi sedemên paşkevtina Kongirê û vê rewşa ewlehî ya piştî serîhildana tevgera “Jîna”yê bi ser Hizba Dêmokrat de sepiya, bi hûrî bas li pêvajoya birêveçon a Konferansên Kongirê û hilbijartina nûneran bo Kongirê û proseya bi encamgihandina karûbarên Kongirê kir.
Piştî pêşkêşkirina rapora Heyeta amadekirina Kongirê û vergirtina dengê hitbarê ji endamên Kongirê bo rewatîdan bi Kongirê, kurtiyek ji rapora siyasî ya rêberiya Hizbê ji aliyê rêzdar “Mistefa Hicrî” berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve hate pêşkêşkirin. Rêzdar “Mistefa Hicrî” li destpêka raporê de tevî pîrozbahîkirin a destbikarbûna karên Kongireya Yekgirtina Dêmokratan li beşdarbûyên Kongirê û giringîdan bi pirsa yekgirtina Dêmokratan li ser pêvajoya xebat û tekoşînên Hizbê, kurtiyek ji rapora siyasî ya rêberiya Hizbê pêşkêş kir.
Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li vê raporê de bi îşarekirin bi encamgihîştin a serkevtiyaneya proseya yekgirtin a Dêmokratan û serhildana tevgera “Jîna”yê, şiyan û zerfiyetên vê tevgerê û berçavanîn a dûrdîmena tevgera siyasiya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, rohnkirin li ser dawî guherînên dever, Îran û Rojhilatê Kurdistanê dan. Vî rêzdarî bi hilsengandin û lêkdana bûyerên piştî 7ê October 2023 û sikesta startejiya komara îslamî li deverê, bas ji rewşa rêjîmê li asta navnetewî, deverî û navxweyê welat kir.
Beşeke din a rapora siyasî ya rêberiya Hizbê bo hilsengandina rewşa xebata nasnamexwaziya xelkê Kurdistanê hatibû diyraîkirin, li vê beşê de bilindbûna asta hişariya netewî, yekîtiya li navbera çîn û qatên civakê, geşekirina xebata medenî û giştî û berçavtirbûna rola jinan û ciwanan, bi taybetmendiyên îroya xelkê Kurdistanê binav kir.
Rêzdar Mistefa Hicrî li dawiya pêşkêşkirina rapora siyasî ya rêberiya Hizbê bo Kongirê, bas ji dîtingeh û rêkara Hizba Dêmokrat a Kurdistanê bo Îran a paşerojê kir û li vê derheqê de, berdewambûn li xebat bo bidestveanîna maf û azadiyên netewî yên xelkê Kurdistanê li çarçoveya Îranek federal û cehdkirin bo komkirina hêzên dêmokrat û pêşkevtinxwaz ên opozîsiyonê bi erkê bingehîn ên rêberatiya bê ya Hizbê da zanîn.
Piştî pêşkêşkiirna rapora siyasî ya rêberiya Hizbê, dore gihîşte axaftin û basên endamên Kjongirê li sewr xal û bendên taybet bi biryarên Kongirê ku li rewş û hewayek dêmokratîk de endamên Kongirê hizir û dîtingeh û pêşniyarên xwe bo erêkirinê anîne berbas.
Her ji vê beşa karê Kongireya 17 a Hizbê(Kongireya Yekgirtina Dêmokratan) de bi dengê hitbardana endamên Kongirê rapora siyasî, biryarname û hejmarek ji belgeyên din ên Kongirê ku bi pêka lihevkirina her du aliyên Dêmokrat, li ser rêkevtin li ser kiribûn, wek bername û pêyrewa navxweyê Hizbê, hate erêkirin.
Beşa dawî ya karê Kongireya Yekgirtina Dêmokratan de, hilbijartina endamên bingehîn û cihgirê Komîteya Navendî bû ku li vê beşa karê Kongirê de jî pêvajoya rikeberiyek serast û dêmokrat de bi awayê serkevtiyane gihîşte encamê.
Hogir û alîgirên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê!
Bê şik, paşkevtina birêveçon a Kongireya 17 a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, ku bi keyfxweşiyê ve bi “Kongireya Yekgirtina Dêmokratan” hate navdêrkirin û dibe wek cîbicîbnûna yek ji bingehîtirîn bendên rêkevtina li navbera Dêmokratan bê dîtin, dilnigeranî bo gelek kes û aliyan, bi taybet bo endam î alîgirên Hizba me çê kiribû. Niha ku bi keyfxweşiyê ve bi ragihandina dawîhatin a serkevtiyaneya Kongirê, Hizba Dêmokrat karî bi ser lemper û pirsgirêkên li ser rêya lidarxistina Kongirê bi ser bikeve û nigeraniya xelk, endaman û alîgirên xwe bi dawî bîne, bi pêka sirûşta Kongireyê û rewşa siyasî ya tevgera Kurd û guherînên li Îranê, qonaxeke tejî erk û tekoşîn li pêşiya me ye.
Komîteya Navendî ya hilbijartiya Kongireya 17 a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê(Kongireya Yekgirtina Dêmokratan) bi hilkefta birêveçon a serkevtiyaneya Kongirê, pîrozbahî li hemû têkoşeran, endaman û hogirên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê dike û gazî tevahiya refên Hizb û hemû dost û dilsozên vê Hizbê û xelkê Kurdistanê bi giştî bo piştevanîkirin li rêberiya Hizbê li cîbicîkirina biryar û pêspartiyên vê Kongireyê dike.
Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
16ê Rêbendana 1403 a Rojî
4ê Bebruary 2025 a Zayînî